Kurdên Sûrîyê Daxuyanîyên Rûsî yên Ser Nivîsina Qanûna Bingehîn Dinirxînin

Luqman Ehmê, Berdevikê Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê

Berdevikê Rêvebirîya Xweser Luqman Ehmê, daxuyanîyên cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov yên ser beşdarbûna Kurdên Sûrîyê ya Komîteya nivîsina Qanûna Bingehîn, ji Dengê Amerîka re nirxand.

Luqman Ehmê got ku ''karbidestên Rûsyayê car carna di vê çarcoveyê de helwst nîşan didin yan daxuyanîyan didin, lê ew tenê di warê ragihandinê de dimînin''.

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxail Bogdanov roja pêncşemê di hevpeyvîneke de wiha gotibû:

''Beşdarbûna nûnerên Kurd ya xebatên nivîsina qanûna bingehîn ya Sûrîyê pêwîst e. Ev yek ewê rê li pêşîya tawanên cudakarîyê bigire''.

Berdevik Ehmê destnîşan kir ku Rûsya di helwstên xwe de ne cidî ye.

''Heke berpirsên Rûsî di helwstên xwe de cidîbin divê helwstên wê veguhêre biryaran û di warê praktîkî de, pêk werin,'' Ehmê got.

Herwiha, Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jî bi daxuyanîyeke bersîva Bogdanov da.

Rêvebirîya Xweser di daxuyanîyê de dîyar kir ku ew amade ye tevlî hemû hewldanên pêkanîna çareserîyê yên girêdayî rewşa Sûrîyê bibe.

Hevdem, rêvebirîyê di daxuyanîyê de destnîşan kir ku divê tevahîya Sûrîyan beşdarî pêyvajoya dîyalog, xebatên çareseriyê û nivîsina qanûna bingehîn ya Sûrîyê bibin.

'' Pêwîste ku Qanûna Bingehîn nû ya Sûrîyê nûnertîya vîna hemû pêkhatîyên Sûrîyê bike, lewra beşdarbûna nûnerên Rêvebirîya Xweser ya nivîsina qanûna bingehîn, wê bingeke wiha bi afrîne, '' di daxuyanîyê hat gotin.

Hêjaye bîrxistinêye ku di çarçoveya biryara Netewêyên Yekbûyî (NY) ya 2254'an de, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di 23'ê Îlona 2019'an de avakirina Komîteya Nivîsina Qanûna Bingehîn ragihand.

Komîteya nivîsina qanûna bingehîn ya ku ji du alîyan - nûnerên rêjîma Esed û nûnerên opisziyona Sûrîyê- pêk tê, heya niha 6 caran kom civîyaye,lê ti encam bi dest nexistiye.

Komîte cara yekê 4' ê Mijdara li Cenevrê kom bûbû.

Li gor ragihandinên karbidestên Rûsî û yên Rêjîma Esed tê çaverê kirin ku di Adara vê salê de, rûniştina 7'an ya Komîteya nivîsina qanûna bingehîn were dar xistin.

Rêvebirîya xweser ji hêla xwe ve hewl dide ku ew jî beşdarî xebatên çareserîya alozîya Sûrîyê bibe, ku di bin çavdêrîya NY têne damezrandin û li Cenevrê têne kirin.

Lê, gelek pispor û çavder dibêjin ku vetoya ji alîyê Tirkîyê û Rêjîma Sûrîyê wê rê nede ku nûnerên Rêvebirîya Xweser beşdarî wan xebatan bibin.

Jiber vê yekê jî karbidestên Rêvebirîya Xweser helwestên Rûsyayê ya ku aktorê sereke ya wan civînan e, cidî nabînin.

Hun dikarin tevahîya raportê li ser lînka jêr gohdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Kurdên Sûrîyê Bersîva Daxuyanîyên Rûsya Didin