Kurdên Sûriyê helwsta Amerîka ya di derbarî gefên Tirkiyê bo ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê çawa dinerxîn in.
Siyasetmedarên Kurd dibêjin pêwîste Amerîka û Rûsiya di helwesta xwe ya derbarê gef û êrîşên Tirkiyê de zelal bin.
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ahmed Silêman ji Dengê Amerîka re got, ''Şert û mercên navdewletî alîkariya Tirkiyê nake ku operasiyoneke nû pêk bîne lê gefên wê liser herêmê cidî ne''.
Di berdewamiya axafitina xwe de Silêman destnîşan kir ku tenê bi dîtina çareyeke siyasî navdewletî bo pirsgirêka sûriyê dê rê li ber gef û êrîşên Tirkiyê bê girtin.
Li gorî tevgera sîyasî ya Kurdên Sûrîyê, Tirkiyê heya vê gavê destûra operasiyoneke serbazî berfireh ji hêzên navdewletî negirtiye, lê nayê wê wateyê ku gef û êrîş rawestane.
Siyasetmedar dibêjin divê Amerîka şerê Kurdan bermaberî Daiş berçav bigre, jiber ku êrîşa Tirkiyê liser herêmê rêxsitina Daiş bi hêz dike.
Seroka Şepêla Pêşeroj a Kurdistan Narîn Metînî vê yekê dibêje, ''Heger hêzên navdewletî û di serî de Amerîka bixwaze rêxistina Daiş tunebike pêwiste helwsta wê beramberî hevkarê Daiş Tûnd be''.
Li aliyekî din Kolana Kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê derbarî helwsta Amerîka ya di derbarî gef û êrîşên Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve ser herêmê ji hev ne dûr in.
Niştecihên bajarê Qamişlo diyar dikin ku berjewendiyên Amerîka û Kurdên Sûriyê di şerê dijî terorrê de yek in, lewra dê Amerîka rê nede Tirkyê careke din êrîşî herêmên Kurdan beke.
Ednan Miswer yek ji rûniştvanê bajarê Qamişlo ye dibêje, ''Erdogan Îsalma Tundrew bi hêz dike û pê fişarê li ser Amerîka û Ewrûpayê dike lewra dê Amerîka rê li beramberî vê yekê big re''.
Li milekî din kolana kurdî ne bawere ku rêveberiya Amerîka serpêhatiya êrîşa Tirkiyê liser bajarê Serêkaniyê dûbare bike.
Niştecihê bi navê Ebidullqadir Mihemd dibêje, ''Helwesta rêveberiya nû ya Amerîka beramberî gefên Tirkiyê li ser Kurdan, ji ya berî wê bi hêz tire, lewra bi hêvîne ku serpêhatiya Serêkaniyê dûbare nebe careke din''.
Hêjayî gotinê ye ku di 31 Cotmeh a derbazbûyî de Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Romayê ligel Serokê Amerîka Joe Biden hevdîtinek bêk anî bû.
Li gorî derencamên hatine eşkerekirin di ragihandinê de, Amerîka xwesteka Tirkiyê ya di derbarî birina operasiyonekê nû bo ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê erê nekiriye.
Lê tevî vê yekê kolana Kurdî di wê metirsiyê de ye ku berjewendiyên navdewletî rêdanê bide artêşa Tirk êrîşa xwe pêk bîne. Li alîyekî din, peyvdarê YPG ji bo medyaya nêzîkî rêvebirîya xweser roja Înê gotin ku ew amadekarîyên besiva êrîşeke Turkî dikin, û dê li gorî tektîkên şer yê nû bersivê bidin êrîşê.
Heya dema amadekirina vê raporê dengê gefên êrîşa ser herêmê bilinde, lê şer destpênekir ye.
Your browser doesn’t support HTML5
Your browser doesn’t support HTML5