Fîdan ji Blinken re Dibêje Enqere Rê Nade YPG li Sûriyê Bimîne

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Tikriyê Hakan Fidan li Enqerê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji wezîrê derv yê Amerîka Anthony Blinken re gotîye, Enqere rê nade hêzên kurdî li Sûriyê bimînin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, roja Şemiyê di têkilyek telefonî de bi Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken re li ser pêwîstiya karkirina ligel hikûmeta nû ya Sûriyê ji bo misogerkirina qonaxek rêkûpêk ya veguhêz axifî.

Li gor berdevkê wezaretê, Fîdan ji Blinken re gîtiye, Enqere rê nade ku şervanên YPG'ê li Sûriyê bimînin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîka hat gotin ku, Blinken tekezî li ser pêwîstiya piştgirîkirina proseya siyasî ya berfireh li Sûriyê kir ku "piştgiriya mafên mirovan dike û hikûmeteke berfireh karê wan yê pêşên e",

Blinken û Fîdan derbarê pêşî girtin li terorê gotûbêj kirin ku gefeke li ser ewlehiya Tirkiye û Sûriyê.

Çavkanî: Reuters