Şerê ku desthilata Kremlinê di 24'ê Sibata îsal de dijî Ukrayna daye destpê kirin, bandora xwe li seranserî cîhanê dike; çi bandora aborî, enerjî, yan jî ya sîyasî û geopolîtîkî be.
Kurd jî wek yek ji pêkhateyên herî mezin ya li rojhilata navîn, ger ku ne rasterast be jî ketîne bin bandora wî şerî; bi taybet piştî ku Tirkîyê ser emdamtîya du welatên Nordîk Finland û Swêdê, nerazîbûn û dijberîya xwe dîyar kir. Dijberîya Tirkîyê rasterast girêdayê Kurdan e.
Şandeyên Tirkîyê û yên her du welatên Skandinavîya Fînlanda û Swêdê, di rojên borî de li New York û Washington li gel rayedarên Amerîka û Qesra Sipî re hejmareke hevdîtin kirin.
Serokê Amerîka Joe Biden doh Pêncşemê li Qesra Spî bi rêberên Swêd û Fînlandayê re civîya û wvî bo serlêdana her du welatan ya NATO’yê piştgirîyeke xurt nîşan da.
Ev di demekî de pêkhat ku heta amadekirina vê bernamê, Tirkîye dijberîya xwe ya hember vê gavê dubare kir û Serokê Tirkiyê R. T. Erdogan got ku wê daxwaza her du welatan "erê" nekin.
Ji bo danûstandina derbarê vê mijarê, bernama 'Hello Washington' ev mijar bi birêz Murad Ciwan, lêkolîner û çavdêrê sîyasî yê ji Swêd- Stokholmê û birêz Yûnis Bahram, serokê Foruma Kurdî-Almanî yê ji bajarê Dresden gotûbêj kir.
Derbarê pirsa ' Çima Tirkîye ewqas dijî her du welatan radiweste û metirsîya hebûna serhildayên Kurd yên li Fînland û Swêdê ya Tirkiyê çende? ' Murad Ciwan wiha bersîv da:
"Rêxistinên Kurdan yên li Swêd û Fînlanda çi PKK, HDP yan KCK daxwazên wan yên dewletbûnê nînin; ev jî ne tehdîteke zêde ya ser Tirkîyê ye. Gotara Tirkîyê ku HDP girêdayê PKK'ê ye, ew jî ne raste. Lê, Tirkîye van dike behane."
Çavdêrê sîyasî Ciwan biryara her du welatan ya nefirotina çekan bo Tirkîyê jî bi wî rengî şîrove kir:
"Çek firotin li Swêd û Fînlanda li gor qanûn û yasayan hatiye tesbît kirin, welatên ku di nava şeran da ne, yasaya Swêd û Fînlanda rêkê nade ku çekan bifroşin wan welatan, Tirkîye jî yek ji wan welata ne."
Lêkolîner Ciwan anî ziman ku ew bawer nake ku Swêd qedexeya firotina çekan ya ser Tirkîyê rake, lê bes dibe di warê pirsgirêka Kurd de, li gel Tirkîye
sîyaseteke nermtir bimeşîne.
" Îhtîmal heye ku ev şer bo demeke dirêj bidome û Putin winda bike, wî çaxî Kurd dikarin wê weke derfet bidest bixin, tehdîtên Tirkîyê jî li ba NATO dê neyên piştgîrî kirin," Ciwan got.
Serokê Foruma Kurdî-Almanî ji bajarê Dresden Yûnis Bahram jî bo bernama Hello Washington helwesta Trikîyê û serokê wê Erdogan nirxand û got ku jiber sîyaseta wê ya derve, niha Tirkîyê lingên xwe xistîye soleke teng".
"Niha Tirkîyê jiber sîyaseta xwê ya derve û herwijha jiber ku rola wê berê ya bi hêz di NATO de nemaye, dijî Ewrupîyan karta penaberan wek gefê bi kar tîne û dibêje ezê penaberan bişînim ser we," Bahram got.
Bahram rewşa herêmên Kurdan yên li Sûrîyê û bandora şerê li Ukrayna ser heam hereman wiha şîrove dike, dema ku Rûsya hêzên xwe ji wan herêman vedikişîne:
" Rola Tirkîyê dê jiber derketina Rûsya ji Sûriyê zêde nebe, jiber ku Rûsya bi bombe û firokan li Sûrîyê tev digere, ne bi hêzên bejayî.""
Your browser doesn’t support HTML5