Navenda Lêkolînên Kurd, raportek bi navê “Di 100 Salîya Komarê de Rewşa Kurdan” li Tirkîyê çî ye amade kir.
Navenda Lêkolîna Kurd, di derheqê pirsgirêka Kurd de li qadan gelek raportên din pêk anîbû, lê cûdatîya vê raportê ewe ku, yên ku bersîvên ser pirsgirêka Kurd dane akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan, rêberên sazîyên sîvîl û demokratîk in.
Di raportê de sê xalên taybet derdikevin pêş. Di xala yekemîn de rewşa Kurdan ya îro çî ye tê lêkolîn kirin, di xala duyemîn de sedsalîya Komara Tirkîyê di ber çavan re tê derbaskirin û rewşa Kurdan di vê sedsalîyê de çawa borîye tê dîyarkirin û di xala sêyemîn de jî, di sedsala pêşerojê de, çi hêvîyên Kurdan hene hatine zelal kirin.
Dîrektorê Lêkolînên Kurd Reha Ruhavîoglu ji Dengê Amerîkayê re naveroka wê raportê nîrxand.
“Di vê raportê de me nêrînên aktorên ku giranîya wan di nav civakê de hene girt. Her yek li gor xwe xudanê pisporîyeke taybet in û hin ji van jî rêberên sazîyên sîvîlin. Armanca me ew bû ku bi nêrînên rêberê ramanê gelo pirsgirêka Kurd di sedsalên borî, îro û di sedsala pêşerojê de çi ye lêkolîn bikin.”
Di raportê de tê gotin ku pirsgirêka Kurd di hin xalan de berbi başîyê ve çûbe jî lê bi giştî bi awayekî neyînî hê rewşa xwe diparêze. Tê ragihandin ku polîtîkayên desthilatîya Tirkîyê di nav sed salan de sinordarî li ser ziman û çanda Kurdan derxistîye pêş.
Li gor raportê qebûlkirina nasnameya Kurdan û nûnertiya sîyasî di nav sedsalan de pêşketinek bi destxistîye, lê nasnameya Kurd bi awayekî resmî hê jî nehatîye pejirandin.
Di raportê de tiştekî balkêş jî li ser hêvîyên Kurdan e. Li gor wê jî tê nivîsîn ku di siberojê de Kurd li ser demokrasî, azadî û dadê ji Tirkîyê hêvîdar nînin.
Rûhavîoglu vê yekê jî wiha tîne ziman:
“Di raportê de em dibînin ku di vê sedsalê de hinek destkeftinên Kurdan jî hene. Her çiqas fermî nebe jî nasnameya Kurdî bi awayekî hişmendî hatîye naskirin. Rewşa ziman baştir bûye, Kurd di herêmê de bûne aktorekî herêmî.”
Ev raport bi giştî awayê Kurdan di ber çavan re derbas dike. Tê ragihandin ku rewşa Kurdan li Tirkîyê di warê aborî û civakî de rastî cûdakarîyê hatîye, herêma Kurdan di gelek xalan de paşda maye.
Xaleka din jî li ser dahatûya cîwanên Kurd e. Di raportê de tê dîyarkirin ku hêvîyên cîwanên Kurd di derbarê pêşerojê de gelek kêm in.
Rûhavîoglu bi tevahî rewşa raportê dema di ber çavan re derbas dike gotinê xwe wiha dawî lê tîne:
“Gava îro em vê raportê bi tevahî didin ber çav, di pirsgirêka Kurd de ti pêşketineke bi giştî dîyar nabe. Berê çi bû îro jî ev pirsgirêk di cîyê xwe de disekine. Ji bo çareserîya vê jî, aktorên Kurd, pêwîstî bi naskirina statûya Kurdan û di pejirandina zimanê Kurdî de dibînin.”
Your browser doesn’t support HTML5