Piştî Kuştina 12 Leşkeran, Tirkîyê Dibêje Ewê Bingehên li Herêma Kurdistanê Bihêztir Bike

Hêzên Tirkiyê li Herêma Kurdistana Îraqê

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê ragihand ku piştî 12 leşkerên Tirk li herêmê hatin kuştin, ewê di mehên pêş de bingehên xwe yên domdar li Herêma Kurdistanê ku nû hatine avakirîn bihêztir bike.

"Di van salên dawî de me li bakurê Îraqê jibo bingehên xwe yên domdarî bi sedan kîlometre rê çêkirin. Em heman xebatan li cihên nû yên ku me kontrol kirine jî pêk tînin," Erdogan got.

Di 22 û 23’ê Berfanbarê de, endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîş birin ser hezên artêşa Tirk yên li Herêma Kurdistana Îraqê. Di encamê de 12 leşkerên Tirk hatin kuştin.

"Heta buharê, emê binesazîya bingehên xwe yên nû temam bikin û emê nehilin ku terorîst karibin lingê xwe bavên wan herêman," Erdogan got.

Artêşa Tirkîyê dijî çekdarên PKK’ê yên li herêmên Kurdistana Îraqê bi berdewamî êrîşan pêk tîne.

Erdogan di 2019’an de dîyar kiribû ku Tirkîyê dijî terorê stratejîyeke nû ya ewlehîyê dide destpê kirin. Ji wê demê vir ve, artêşa Tirk êrîşên xwe ye li Herêma Kurdistanê zêdetir kirine.

Jêder:Reuters