Tîrêj: Erê Rêkeftina ENKSê û Rikberîya Sûrî Wê Bikare Sivîlên Bakurê Sûrîye Vegerîne

Êrîşên leşkerê Tirkiyê û çekdarên ser bi opsizyona Sûrî biser deverên bakurê rojava û rojhelata Sûrîyê, li Efrin û Girê Sipî û Serê Kaniyê sedan hizar kes ji Kurd û Kirstîyan û Ereb û pêkhatên din naçar kirin ji malên xwe birevin.

Hindek ji wan sivîlan ber bi devera Şehba û Heseke û heta Herêma Kurdistanê bicih çûn.

Encûmena Niştîmanîya Kurdên Sûrîye û rikberîya oposizyona Sûrî ku Tirkiyê piştgirîya wê dike gehiştîne rêkeftinekê bo misogerkirina vegera xwlkê deverê ko bi "Mikanizma Mirovanî" tê nasin.

Erê ti misogerî hene bo vegera bi selamt ya xelkê deverê?

Aya xelkê çend bawerî bi rêkefitîna her dû aliyan heye?

Bernamê Tîrêj liser vê mijarê rawesa digel mihvanên berêz, Edbula Gedo endamê desteya siyasî ya oposizyouna Sûrî û berêz Omer Emin berpirsê rêkxistîya Hêvî ya karê mirovanî, herweha Newroz Reşo paymnêra Dengê Amerîka li bakurê Sûrîyê.

Your browser doesn’t support HTML5

Tirej # 43