Lihevkirina HSD'ê Û Artêşa Sûrîyê

HSD li Dêrazorê

Roja duşemê êvarî berpirsên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê ragihandin ku hêzên wan li gel Şamê lihevkirinên leşkerî yên di navbera wan de aktîv kirine.

HSD dibêje, egera êrîşa hêzên hikûmetê li ser bajarê Babê heye û lihevkirinrk leşkerî ji bo rûbirûbûna êrîşa Tirkiyê heye.

Di vê çarçoveyê de rêveberê ofîsa ragihandina HSD'ê Ferhad Şamî got ku lihevkirinek nû di navbera HSD'ê û hikûmeta Şamê de heye û eger heye ku kontrolkirina bajarê El-Bab li gundewarê Helebê bibe beşek ji pilanên êrîşan غên hêzên hikûmetê, “El-Şamî” her wiha got: “Tişta ku di navbera HSD'ê û Şamê de qewimî, ne peymaneke nû ye, ew lihevkirinek leşkerî bû ji bo rûbirûbûna her êrîşeke Tirkiyê.”

EL-Şamî bal kişand ser wê yekê ku piştî lihevkirina destpêkê ya şeva Yekşemê 550 endamên hêzên hikûmetê gihîştin herêmên Rêveberiya Xweser, ku li bajarokê Eyn Îsa û gundewarên Minbic, El-Bab û Kobanê bi cih bûne, û amaje kir ku ev leşker dê li kêleka encûmenên leşkerî şer bikin, eger êrîşek çêbibe, û tekez kir pêwîstiya wan di vê demê de bi çekên giran wek tank û otombîlên zirxî heye, û got ku lihevkirina leşkerî ya vê dawiyê bi Şamê re dikeve di xizmeta vê armancê de.

Dema ku artêşa Tirkiyê di Cotmeha 2019’an de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî li bakurê Sûriyê kontrol kirin, serkirdeyên hêzên hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûrya Demokratîk giheştbûn lihevkirinek leşkerî, di encamê de endamên “Parêzvanên Sînor” yên hêzên hikûmeta Sûriyê li seranserî sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, belav bûn, da ku rê li ber operasyona leşkerî ya Tirkiyê bigirin.

Lihevkirinek leşkerî" piştî pêşwazîkirina helwest û daxuyaniyan

Piştî 3 salan û gefeke nû ya Tirkiyê ya destpêkirina operasyoneke leşkerî li Bakurê Sûriyê, encamên van lihevkirinan zêdetir derketin holê.

Ev mehek e, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dest ji gefxwarinên li ser Bakurê Sûriyê bernedaye, bi gotina wî, ew ê operasyonên leşkerî yên herî mezin li Sûriyê pêk bîne, bi armanca avakirina navçeyeke bi navê “herêma ewle” ji bo vegera milyonek koçberên Sûrî yên ku li Tirkiyê dimînin.

Lê helwêstên navneteweyî û negirtina lempa kesk ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve, heta niha rê li ber cîbicîkirina gefên Tirkiyê girtiye.

Piştî ku rayedarên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Sûriyê yên derbarê gefên Tirkiyê erênî dîtin, çavkaniyên leşkerî yên Hêzên Sûrya Demokratîk gavên nû di çarçoveya lihevkirina leşkerî ya di navbera Qamişlo û Şamê de eşkere kirin, di demekê de ku bi sedan hêzên hikûmeta Sûriyê li navçeyên ku Tirkiyê gefa dagirkirinê lê dixwe, belav bûn.

Yekîniyên Parastina Gel: Di forma karê hevbeş bi Şamê re pêşketineke erênî heye

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd got ku ew bi hikûmeta Sûriyê re, ji bo pêşxistina formeke çalakiyên hevbeş û xêzkirina nexşerêyeke berevaniyê li hember êrîşên Tirkiyê, kar dikin, û da zanîn ku helwêsteke erênî di pêşketinên vî warî de heye, her wiha daxwaz ji Rûsya û hevpeymaniya navdewletî kir, ku rola xwe ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê, bi kar bînin, û tekezî li ser giringiya rola Rûsiya di parastina aramiya navçeyê de, û dîtina çareseriyekê ku yekitiya axa Sûriyê biparêze, kir.

Berdewamiya veguhestina hêzên leşkerî ji bo bakurê Sûriyê

Di çarçoveya liv û tevgera leşkerî ya li ser erdê de, çavkaniyên herêmî ragihandin ku hikûmeta Sûriyê hêzên leşkerî şandin bajarê Qamişlo bi armanca belavkirina wan li ser xalên sînorî.

Di heman demê de hêzên Rûsî sîstemên berevaniya esmanî, radar û firokeyên şer veguhestin firokexaneya bajarê Qamişlo, her wiha hikûmeta Sûriyê, Rûsiya û Îranê hêzên çekdar û çekên bijartî veguhestin çeperên şer yên pêşberî hêzên opozisyonê û hêzên Tirkiyê.

Ev pêşhate piştî wê yekê tên ku hikûmeta Sûriyê nerazîbûna xwe li hember her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê nîşan da.

Berpirsên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku helwesta Şamê li hember gefên Tirkiyê "erênî" ye, lê ew daxwaza helwesteke tund tir dikin, û diyar kirin ku helwesta Şamê li hember êrîşa Tirkiyê vê carê ne wek berê ye dema ku hêzên Tirkiyê êrîşî Efrînê û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kirin.

Şirovekarên siyasî yên Sûriyê bawer dikin her hemahengî û hevkariyeke leşkerî-siyasî di navbera Şam û Qamişlo de, dê bikeve di warê parastina xaka Sûriyê û bidawîkirina qeyrana wî welatî de.

Helwesta Şamê wê rê ber êrîşê negire

Hin şopîner bawer dikin ku helwesta Şamê ne rijde bi taybetî ku ne Rûsîya û ne Îranê herdû hêzên hevalbendên Esed rasterast ne dijî vê oprasyonê ne.

Şopîner bawer dikin ku lihevkirinek navbera Rûsîya û Turkîyê de heye ku beranberî rêdana êrîşa ser Tilrefetê li navçeya bakûrê Helebê ku jêr kontirola hêzên kurdî ye , wê Tirkîye herêma çiyayê el-Zawîyê û derdora rêya M5 radestî hêzên Rûsî bikin.

Li gorî şopîner Dilbirîn Xelo ku nîşaneya vê yekê hefteya bûrî derket holê ku dema çekdarên Cebhet Nusra (alqada) ji navçeyên zawîya û rêya M5 ber bi Efrînê ve vekişîyan.

Heger rêdana Êrîşê ji alîyê Şamê ve hat dan Sûrî wê venegere wek berê

Di vê çarçoveyê de , endamê serokatîya PYD Aldar Xelîl ji bo ajansên nêzîkî PYD got ku "eger êrîş pêkhat dê Sûrîya perçe bibe."

Li gorî şopîneran ku kurdên sûrîyê di wê bawerîyê de ne, ku êrîşa Tirkîyê wê perçebûna Sûrîyê di navbera sê hêzan de biçesipîne.