Nirxandina Dîyaloga Navxweyî ya Kurdên Sûrîyê

Kurdên Sşriyê bi Hebûna Hêzên Amerîkî Kêfxweş in.

Tevgera sîyasî ya kurdên Sûrîyê di wê bawerîyê de ye ku sedema serekî ya rawestandina diyaloga navxweyî ya Kurdên Sûriyê nakokîyên Sîyasî ne yên di navbera ENKS û Rêveberîya Xweser de.

Serokê Partîya Çep ya kurdî li Sûrîyê Mihmedê Mûsê, ku yek ji partîyên di nava Rêveberîya Xweser de ye, berî çend rojan gote Dengê Amerîka ku ku pirsgirêka serekî yên rawestandina dîyaloga navxweyî di navbera Partîyên Yekîtîya Niştîmanî Kurdî (PYNK) û ENKSî ye.

Mûsê tekez dike ku pirsgirêka navxweyî ya kurdên Sûrîyê gihştîye astek aloz.

Li aliyek din çavdêrên siyasî li herêmê dibêjin bawerî di avbera her du aliyan de. smgo PYNK û ENKSê de nemaye.

Bernama Mijara Rojê xwest ku zêdetir li ser piraliyên dîyaloga navxweyî ya kurdên Sûrîyê raweste û pirsên xwe arasteyî nûnerên aliyên sereke yên beşdar di diyalogê de û her wisa kesên çavdêr serbixwe bike.

Diyaloga Kurdên Sûriyê di nava rewşa nakokîyên sîyasî de heya kîjan radeyê pêkan e, gelo sedemên nakokîyan çi ne ?

Mercên her alîyekî ji bo vegera ser masa dîyalogê çi ne ?

Gelo pêkane ku heger dîyaloga navxweyî biserkeve, wê rê jibo dîyaloga bi rikberîya Sûrî û Tirkîyê re veke.

Ev pirs û gelek pirsên din arasteyî mêhvanên bernamê hatin kirin. Kesên beşdar di gotûbêjê de, birêz Mihemedê Mûsê endamê komîta danûsitandinan ya Partîyên Yekîtîya Niştîmanî Kurdî PYNK .

Birêz Nimet Dawid endamê heman komîtê û nûnerê ENKSê.

Birêz Ebdulhelîm Silêman rojnamevan û çavdêrê rewşa navxweyî ya kurdên Sûrîyê.

Hemî bernamê û gotûbêjên ser mijarê di fayila deng de ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Mijara Rojê- Diyaloga Navxweyî ya Kurdên Sûriyê.mp3