Dadgeha Cezaya Giran ya Hekarî do Pençşemê bi îdiaya “propaganda rêxistina çekdarî kirine” 4 sîyasetvanên Kurd bi giştî 27 sal cezayê zîndanê ceza kir.
Dadgehê di rûniştina 11’an a dozê de piştî parastinan bîryara da ku bi heman îdiayan sîyasetvanên Kurd Adil Zozanî û Halîl Aksoy bi 7 sal û 6 mehan, Aysel Tugluk û Nazmî Gur jî bi 6 salan ceza bike. Her 4 sîyasetvanên Kurd bi giştî 27 sal cezayê zîndanê hatin cezakerin.
Dadgehê her wiha derheqê hevseroka berê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, sîyasetvan Ertugrul Kurkçu û Husamettin Zenderlioglu de bîryara da ku doza wan bi dozên din ve bike yêk. Ji vê dozê tenê sîyasetvan Esat Canan berat hilda.
Li ser bîryara dadgehê endama Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) û parêzera dozê, Eylem Arzu Kayaoglu, nexweşîya Tuglukê bi bîrxist ku jiber rewşa wê ya giran ew ji zîndanê hatibû berdan.
Kayaoglu got ku hin jî Tugluk bin bandora nexweşîya demansê ye û ji dadgehê xwast ku ew jî mina dadgehên din cezayê wê paş bixin.
Kayaoglu piştî rûniştina dozê bo Dengê Amerîka re got ku di dosyayê de jibo cezakirina sîyasetvanan ti delîl tuneye û ev cezayek bê bingeh e.
“Di dîmen û hevpêyvînên sîyasetvanan de ku li ser malpera Yuksekova Haberê hatine parve kirin, bi rastî jî çî gotinên ku bibin sedema ceza kirine tune bûn. Ev konên ku bûne sedema ceza kirina wan, demên borî de dehan caran ji alîyê Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkîyê û Dageha Mafên Mirovan a Ewropayê ve wek çarçoveya azadîya ramanda hildane dest.”
Doza ku ji alîyê Serdozgerîya Komarî a Enqerê ve hatibû vekirin, bûyera 2012’an ku endamên Partîya Karkerên Kurdistan û sîyasetvanên hejmarek partîyên sîyasî hevhatibûn hildide dest û ew sîyasetvanên li wê derê bi propanda rêxistina çekdarî tawanbar dikir.
Lê, Kayaoglu dibêje hemî axaftinên sîyasetvanan bo xurtkirina çareserîya pirsa Kurd bû û aşitîyek mahînde bû.
“Di tavahîya axaftinên wan de ku heman tişt di parastinên xwe de jî anîn ziman û dibêjin ku tişta ku me dixwast pêk bînin aşitîya Tirkîyê û demokratîk bûna Tirkîyê bû. Herwiha ew t jiber ku ev yêk pêk ne anîne pir xwemgînîya xwe tînin ziman. Ji bilî van gotinan jibo ku cezakirina wan ne propaganda ne jî çî sûç din ne kirine.”
Karaoglu bi bîr tîne ku mijara dozê di dema pêvajoya Oslo û hevdîtinên di navpera dewletê û PKK’ê de pêk hatiye.
"Wê demê sîyasetvanan bo çûna xwe ya Colemêrgê, hemî sazîyên fermî yên dewletêa agahdar kiribû. Emê bo betalkirina cezakirina sîyasetvanan serî li dadgeha heremê bidin," Karaoglu got.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 23ê Tirmeha 2012’an de sîyasetvanên Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP), HDP, Partîya Sosyalîstên Bindest (ESP), Partîya Kedê (EMEP) û hejmarek sazî û partîyên din, jiber îdîayên valakirina hin gundan çûbûn Colemêrgê û di dema vegerê de rastî endamên PKK’ê hatibûn.
Di nava endamên PKK û sîyasetvanan de li ser pîyan dîyalogek çêbûbû û hejmarek zêde rojnamevanên Tirkîyê şahîdîya vê bûyerê kiribûn. Dimenên wê hevdîtinê demek dirêj di rojeva Tirkîyê de cîh girtibû.
Your browser doesn’t support HTML5