Reuters: Li Almanya bi Hezaran Kes di Meşekê de Daxwaza Azad Kirina Ocalan Dikin

Kurd li Almanya bo Azad kirina Ocalan dimeşin.

Bi hezaran xwepêşander li bajarê Kolnê yê rojavayê Almanya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal berê hatibû girtin, meşiyan.

Di dema ku tê nîşandan ku alozî di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKKê de kêm dibin, xwepêşanderan pankartên ku wêneyê damezrîner û rêberê dîrokî yê PKKê hilgirtibûn bilind kirin, ku ji sala 1999ê ve di zindaneke girava Îmralî de li beravên Stenbolê girtî ye.

Xwepêşandan piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hatin, yên di dawiya meha Cotmehê de gotibû ku ew "Dixwaze xwe bigihîne birayên Kurd."

Serokê partiya Netewparêz a Tirkiyê MHP Devlet Bahçelî, hevalbendê sereke yê hevpeymaniya Erdogan, Ocalan yê ku bi cezayê heta hetayê girtî ye, vexwendbû meclisê ku were biryara hilweşandinê PKK bide ku li hember wê îhtîmala azadbûna wî ji zîndanê zêde dike.

Polîsên Kolnê diyar kirin ku di meşê de tu bûyer çênebûne, her çend du caran mudaxeleyî "sembolên ku têkiliya wan bi PKK'ê re heye" hat kirin.

PKK ji aliyê Tirkiye û hevalbendên wê yên rojavayî ve wek rêxistineke terorîst tê dîtin û nîşandana sembolên wê li Almanyayê neqanûnî ne.

Ji sala 1984’an û vir ve şerê navbera PKK’ê û dewleta Tirk bûye sedema mirina zêdetirî 40 hezar kesî.

Jêder: Rueters