Pîrê Muzîka Kurdî Dilşad M.Saeed û Senfoniyên Pêşmerge û Şengalê

Kurdish Maestro - Dilshad M.Said

Piştî Şengal ji nav destê DAIŞê hat rizgarkirin, Semfoniya Şengal û Pêşmerge ji berhemê Muzîkjen û Masteroyê kurd Dilşad Mohamed Said û peyvên helbestvan Edîb Çelkî, yên ku, ji alîyê kampaniya Rûdaw hatîne berhemanîn, bi navûbangiyek mezin di nava kurdan de deng da.

Maestro Dilshad M.Said û Edîb Çelkî

Bi bûneya rizgarkirina Şengalê, Dengê Amerîka dîdar li gel rêzdar Dilşad M. Said û Edib Çelkî encam da,

Muzîkjenê binavûbang Dilşad M. Said dibêje " Di jiyana xweya Muzîkê de karê herî bi zehmet min encam dayî, ev herdû symfoniye bûn".

Herweha Nivîskar Edîb Çelkî xwediyê peyvên symfoniyan Şengal û Pêşmerge derheqî sedemên nivîsandina van peyvan ji pişka kurdî ya Dengê Amerîka re axivî.

Hûn dikarin temamiya raporê li jêr guhdarî bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Dîdar li gel Muzîkvanê Kurd Dilşad M.Said û Helbestvan Edib Çelkî