Doza 18 rojnamevanên Kurd, ku 15 ji wan girtî ne, li Amedê destpê kir. Dozgerîya Amedê piştî 10 mehan 15 ji wan rojnamevan derheqa bi giştî 22 xebatkarên ragihandinê de îdianameyeke 728 rûpelî amade kir.
Dozgerî hemî kesan bi ‘endamên rêxistina terorê’ sûcdar dike û ji dadgehê dixwaze ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê zindanê li wan rojnamevanan bibire.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di 8’ê Hezîrana 2022’yan da li Amedê operasyoneke berfireh li ser rojnamevanên Kurd çêbûbû û 22 rojnamevan û xebatkarên medyayê di encama serdegirtana malan da hatibûn desteser kirin.
Piştî ku ew rojnamevan 8 roj di binçavkirinê de mabûn, 15 rojnamevanên ku xebatkarên Ajansa Mezopotamya, Ajansa JINNEWS, rojnameya Xwebûn û Yeni Yaşam û kompanîyên produksîyonê, Pel, Pia, Arî ne, di 18’ê hezîranê de hatibûn girtin.
Di operasyonê de polîsan dest danabû ser kamera, kompîtur û alavên din yên rojnamevanan û karê wan yê rojnamevanîyê jî di îdîanameyê de wek sûc hatibû nîşandan.
Dozgerî îdia kiribû ku bername û nûçeyên rojnamevanan di televîzyonên Stêrk û Medya Haberê dihatin weşandi nîşana peywendîya bi rêxistina PKK’ê re ye.
Your browser doesn’t support HTML5