Şerê ku ev zêdeyî 10 meh in, di navbera Îsraîl û Hamasê de didome, bala Kurdan jî di nêz ve radikêşe.
Du hefte berê Rêvebirê Desthilata Filîstinê Mehmud Abbas dema hat Tirkîyê ev serdana wî ji alîyê Kurdan ve jî gelek bi baldarî hate şopandin.
Kurd hevdîtinên aşitîyê ku ji alîyê navberkarîya Amerîka, Misir û Qeterê ve tên çêkirin jî nêzîk ve teqîp dikin û çavê wan li ser hewildanên Brîtanya û Fransa jî lêhurdibin.
Gelo rewşenbîr, sîyasetmedar û pisporên Kurd li van geşedanan çawa temaşe dikin?
Nivîskar û sîyasetmedar Kemal Burkay, radigîhîne ku şera Îsraîl û Hamasê ne şereke nû ye, di bingeha vî de pejirandin an ne pejirandina du gelî heye.
“Ev şer di demên berê de heta niha hat. Di navbera Îsraîl û Filîstinê, dîsa di nabera dewletên Ereb û Îsraîlê de gelek caran şer çêbûn. Di şerê 1967’an de gelek dewletên Ereb tevlî şerê bûn lê Îsraîl serket. Bi ya min her du gel bi aşitîyane bijî baştir e, lê Filîstinî dibêjin ‘Îsraîlî du re hatine erdê me dagir kirine.’ Ev ji tiştekî rast nîne. Pêdivîye hev û din bipejirînin, ne red bikin.”
Burkay, li ser vê şerê balê dikşîne ser pirsgirêka Kurd û bangî Tirkîyê dike ku heke pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin karê Tirkîyê jî dijware dibe.
“Pêdivîye li Tirkîyê sîyaseta aşitîyê were meşandin û heqê Kurdan were dayîn.
Hêleke de dibêjin em birane di hêla din de jî heqê Kurdan nadin. Eger bi şiklekî federalî pirsgirêka Kurd were çareserkirin eva jibo Tirkîyê dê gelek baş be, heke neyê çareserkirin dibe ku Tirkîye jî têkev nav xetere mezin.”
Parlementerê Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP) yê berê yê dewra 23’emîn nivîskar Mehmet Hanifî Alîr ji ragihand ku, hebûna Îsraîl çawa di dinyayê de tê qebûlkirin pêwîste ya Filîstînê jî were qebûlkirin.
“Ji netewan re bi vê nevî welat pêwîst e. Di vê herêmê de gelê Îsraîl jî qasî gelê Filîstînê kevn e. Ya girîn ewe ku bi awayekî aşitîyane jiyanek were meşandin. Bi ya min welatên rojhilatanavîn lazime gelê Îsraîlê li vê derê qebûl bikin û Îsraîl jî çareserîyeke bi du welatî bipejirîne.”
Alir, di vê çerçoveyê de dema li ser pirsgirêka Kurd jî disekine û ew radigîhîne ku di Rojhilatanavîn de Kurd jî pêdivîye werin pejirandin.
“Em Kurd jî bi sedsalane ku di nav gelê Rojhilatanavîn de dijîn. Em êdî wisa bi hev re hatine girêdan ku kes nikare me ji hev û din veqetîne. Lê ya girîng ewe ku em bi awayekî wekhev bijîn. Li ber vî jî em mecbûrin ku hebûna hev û din qebûl bikin.”
Hêjayî balkişandinê ye ku şera Îsraîl û Hamasê û hebûna Amerîkayê li Rojhilatanavîn berî her tiştî Tirkîyê dike nav fikaran. Ku di destpêka vê şerê de dema keştîyên şer yên Amerîkayê hatin Derya Spî, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku di vê şerê de armanca esasî Tirkîye ye.
Pirsgirêka Kurd raste rast neyê dîyarkirin jî lê di bin van qisan de arîşa Kurd cî digre.
Your browser doesn’t support HTML5