Di çend mehên derbasbûyî de, kêşe, duberekî û nakokiyên herêma Kurdistana Îraqê gehiştine astek weha ku, êdî bûye gefek xûrt liser aramiya herêmê.
Ev herêma çend salan nimuneya pêşketina devera Rojhilata Navîn bû, lê nihe rastî aloziyên mezin tê, bi taybet piştî kêşeya serokatiyê hatiye pêş.
Herêm piştî vê kêşeyê rastî çendîn aloziyên hatiye, weke rewşa aborî û nedana muçeyê fermanberan.
Encam xwepêşandanên bi xwînî bun di wê deme de, dema ku herêm li hember hovtirîn komala tîroristî de diş erek mezin daye.
Eger çî xwepêşandan û nerazîbun di van çend rojên hêwir bûne, lê diyaloga di navbera hêzên siyasî de rawestiyane.
Serokwezîrê Herêma Kurdistansê, Nêçîrvan Barzanî 4 wezîrên tevgera Goran ji hikumeta xwe derxistin.
Niha ew li Îranê ye û helbet kêşeyên navxwe yê herêmê û kêşyên digel Îraqê naverokê dan û standinên wî ye digel karbidestan.
- Erê Îran dikare agirê nakokiyên herêma Kurdistana Îraqê vemirîne?
- Rolê Yekitî Niştimanî Kurdistan û Yekgirtûya Îslamî û layenên dê çi be?
- Çima kêşeyên kevnarên herêmê, bi tenê dinav Partî û Gorran de bên bisinor kirin?
Ji bo şirove û agehdariyên pêtir em di bernama Îro ya (Em û Siyaset) de, mêvandariya herdû berêzan;
Mela Enes Doskî, endamê parlemanê herêmê li ser lîsta (KDP) û Dr. Haşim Zêbarî, Profesor li Zankoya Newroz li Duhokê dikîn.
Jibo guhdarîkirinê linka jêrîn bitikîne bikin.
Your browser doesn’t support HTML5