Dawud Şêx Cundî hîvî xwestin ka çawa hêzên Kurdistanê, li Kobanê û Kerkukê bi hevre beşdarî şerê DAIŞ dibin, li Şengalê jî bikarin wê hevkariyê berdewam bikin.
Hêzên çekdarên Kurdistanê li dora Şengalê digehin hev jibo karekî leşkerî li dijî komela Dewleta Îslamî DAIŞ û derxistina wê ji devera Şengalê.
Peyvdarê Hêzên Parastina Şengalê Dawud Şêx Cundî gote Dengê Amerîka, tev layen di amaderiyê dene ji bo rizgar kirina devera Şengalê. Wî hîvî xwestin hemû layen bikaribin joreka hevpar jibo karên çekdarî damezrîn in û çawa li Kobanî û Kerkuk û deverên dî bi hevre beşdarî şerê DAIŞ dibin, li Şengalê jî bikarin wê hevkariyê bikin.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel Dawud Şêx Cundî, faîla deng dagire:
Your browser doesn’t support HTML5