Di hilbijartinên 1î Mijdarê de li Tirkiyê, partiya Dad û Geşepêdanê AKP piraniya dengan bidest xistin, dikare bi tena sere xwe hikûmetê ava bike.
Partîya nizîkî kurdan HDP ê li gor hilbijartinên 7î Hezîrana derbasbûyî dengên xwe kêmkirin.
Ev encam jibo pirnaiya rêxstinên navnetewî û çavdêrên siyasî li Tirkiyê, Herêmê û Ewrupa suprîzek bû ku, partiya Erdgoan di 5 mehan de bikare ewqas dengên xwe zêde bike.
Her kes niha encamên hilbijartina Tirkîyê şirove dike, Dengê Amerîka derheqî encam û derencamên hilbijartinên Tirkiyê dîdarek li gel Çavdêr û Şirovekarê siaysî Mohamed Emîn Pêncewînî sazkir, wî got "ev encam, ne suprîz bû, jiber ku, ev demeke AKP amadekariyan dike ku car din, bikare biserê xwe hikûmetê ava bike, ev planeke darêtî bû, AKP jibo ku, van encaman bidest bixe li herêmên kurdan weke qetlîam dirust kirin, bi sedan layengirên HDP girtin û binçavkirin Ofîsên HDP şewitandin, bi hezaran leşker û îstixbarat xistin hermên kurdan". Dîsan dibêje PKK ê dest bi agirbestê kir bû, lê AKPê şer berdewamkir, Qendîl ne berpirse ji daketina dengên HDP, weke M.E. Pêncewînî dibêje.
Herweha derheqî Îmkanên cardin destpêkirina pêvajoya aştiyê, M.E Pêncewînî dibêje"du Îhtîmal hene yan Erdogan dê bi serokê girtî yê PKK Abdula Ocalan re bikeve dialogê, yan ji dê şerekî mezin li herêmê bê destpêkirin bi mehan û salan, ev şer cardin dê bê berdewam kirin.
Jibo guhdariya temama dîdarê, li jêr faila deng heye:
Your browser doesn’t support HTML5