Salih Mislim Komîteya Amadekar ya Konferansa Dîyaloga Sûrî Rexne Dike

Sîyasetvanê Kurd yê navdar Salih Mislim rexne li Komîteya Amadekar ya jibo Konferansa Dîyaloga Netewî ya Sûrîyê kir ku nûnertîya rastîya welêt nake.

Mislim got ku Komîteya Amadekar tenê ji yek rengê sîyasî pêk tê û ew di warê etnîkî û cihêrengîya olî de Sûrîyê temsîl nake.

"Tirsa me ew e ku, jibo bidestxistina armancên xwe li şûna berjewendîyên gelên Sûrîyê wê kes û alîyên ku li gor daxwazên tevgerên selefî tevdigerin... werin vexwendin," wî got.

Dîplomatekî Rojavayî ku ser Sûrîyê dixebite, got ku komîte ne bi qasî ku wan hêvî dikir cihêrengî ye.

Damezrandina Komîteya Amadekar ya jibo Konferansa Dîyaloga Netewî ya Sûrîyê îro Pêncşemê li paytext li Şamê di preskonfranseke de hat ragihandin.

Ofîsa serokê demkî yê rêvebirîya veguhestinê Ehmed el-Şera roja Çarşemê damezrandina komîteya amadekirina konferansekê ragihandibû.

Şeraa gotibû ku armanca komîteyê jibo cîhanîna pêdivîyên vê qonaxa dîrokî û garantîkirina daxwazên gelê Sûrîyê ye.

Di Komîteya bi 7 endamî de, 2 jin jî hene û li gor biryarnameya Şera wê xebatên komîteyê "piştî ku daxuyanîya dawî ya konferansê were amade kirin" bi dawî bibe ku wê bibe bingeha qanûna bingehîn ya Sûrîyê.

Li preskonferansa li Şamê Komîteyê dîyar kir ku komên ku dev ji çekan berdin û ger desthilata wezareta berevanîyê qebûl nekin, ewê di dîyaloga netewî ya li ser siberoja Sûrîyê de ti roleke wan tunebe.

Daxuyanîya îro bû sedema nereazîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku piranîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê kontrol dike.

Rêvebirîya nû ya Sûrîyê dixwaze HSD ku Amerîka piştgirîya wê dike, tev li artêşa Sûrîyê bibe.

Lê, Şamê pêşnîyara HSD’ê jî red kir ku koma bi pêşengîya Kurdan wekî yek blokek leşkerî di nav artêşa Sûrîyê de cîh bigire.

Berdevikê Komîteya Amadekar Hesen El-Dûxîm ku lêkolînerê xebatên Îslamî ye îro li Şamê dîyar kir ku HSD wê neyê vexwendin jiber ku ew gelê Sûrîyê temsîl nake.

"Em behsa dîyalogeke netewî dikin. Yê ku çekên xwe bernede... wê di dîyaloga netewî de ti rol nelîze," wî got,

Bîlî El-Dûxîm, di Komîteya Amadekar de,Mihemed Mastet, karbidestekî berê yê hikûmeta girêdayî HTŞ li Îdlîbê, Yûsif el-Hicir, serokê berê yê polîtburoya HTŞ, û Mistefa el-Mûsa, endamê hikûmeta girêdayî HTŞ li Îdlîbê jî hene.

Di Komîteya Amadekar de du jin jî hene - Hînd Kebawat, Xirîstîyanek û beşek ji opozîsyona dijî Esad û Houda Atassi, hevdamezrenera International Humanitarian Relief, rêxistineke sivîl.

Jêder: Reuters