Firat Cewerî: Dema Peyiv Bêdeng Bibe Çek Dê Hertim Biaxifin

Firat Ceweri Kurdish writer and Publisher from tuerkey

Nivîskar û rojnamevanê kurd Firat Cewerî, di Pîşangeha Pirtûkan ya Îstenbûlê de beşdar bibû.

Cewerî nivîskarê kurd yê ku, li welatê Swêd li bajarê Stokholmê dijî, heya niha çendîn pirtûkên edebî, roman, çîrok û lêkolîn weşandine, demeke dirêj xwediyê weşanxana Nûdem ê bû, bi dehan hejmarên Kovara (Nûdem) çapkirin ku, weke Ekoleke giring ya rojnamevaniya kurdî ya li Swêdê tê naskirin.

Beşek ji Pîşangeha Pirtûkan li Stenbulê

Cewerî li ser pirsa wêjeyî zêdetrî 30 salane di xebite, di çalakîyên wêjeyî de, li Ewrûpa, Tirkîyê û kurdistanê, berdewame.

Nivîskar F.Cewerî di vê heftiyê de li stenbûlê beşdarî pîşangeha pirtûkan kir, pişangeha ku, bi mebesta hemû fikr û raman lijêr sîwanekê bêne ba hev hatbû rêxistin, weşanxana Avêsta yek ji beşdarên pîşangehê bû, ya ku gelek berhemên kevin û nû yên nivîskar Cewerî çapkrîn û di pîşangehê de diahtin firotin.

Pişka Kurdî ya Degnê Amerîka dîdarek derheqî beşdarbûna rêzdar Cewerî di pîşangeha Stenbûlê de encam da, wî gote Dengê Amerîka ew gelek kêfxweşe ku, di nava ewqas alozî, şer, pevçûn û xûnriştinê de, bazarê pirtûkê hêjî xûrte.

Ji bo gûhdarîkirina temamiya dîdarê faila deng heye.

Your browser doesn’t support HTML5

Nivîskar Firat Cewerî