Kuleba: Divê Cîhê Rûsya li Konseya Mafên Mirovan ya NY'ê Tune Be

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba dîyar kir ku divê cîhê Rûsya li Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tune be.

Kuleba ji Twitterê da zanîn ku ew bi Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres re ser rewişa ewlekarîyê ‘’komkujîya Bucha’’ axifîye.

Wî got ku Ukrayna dê delîlên komkujîyê top bike û bo ji tawandarê cengê hesêb bipirse hemî mekanîzmayên NY’ê bikar bîne.

Wezîrê Ukraynî da zanîn ku gerek cîhê Rûsya li Konseya Mafên Mirovan ya NY’ê tune be.

Serokê Amerîka Joe Biden jî dîyar kir ku hemtayê wî yê Rûs Vladimir Putin tawandarê cengê ye û da zanîn ku darizandinê divê delîl werin top kirin.