Ukrayna Daxuyanîyên Kremlînê yên Ser Karanîna Çekên Navokî Qebûl Nake

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba îro Yekşemê daxuyanîyên hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov bi tundî rexne kir, yên ser refarandumên ku Rûsya li çar heremên dagirkirî yên li rojhilata Ukrayna di 23’ê Îlonê daye destpê kirin.

Dmytro Kuleba hevdem ser daxuyanîya roja Pencşemê ya serokê Rûsya Vladamir Putîn bi rengekî tund bertek nîşan da, ku Putin gotibû ew ser karanîna çekên navokî gefê naxwe, cidî ye.

Kuleba daxuyanîyên Putin û Lavrov wek bêberpirsîyarî bi nav kir û got ku ew bi tevahî nayên qebûlkirin.

"Ukrayna wê xwe radest neke. Em bang li hemû hêzên navokî dikin ku niha dengê xwe bilind bikin û ji Rûsya re zelal bikin ku gotarên bi vî rengî cîhanê dixe xeterîyê û wê neyên qebûl kirin," Kuleba got.

Ji alîyê din ve Ukrayna ji Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza civîneke awarte kir da ku refaranduma ser veqetandina çar heremên dagirkirî yên Ukrayna - Luhansk, Donetsk, Kherson, Zaporizhzhia – were gotûbêj kirin.

Berdevikê wezareta derve Oleg Nikolenko bang li NY kir ku Rûsya berpirsîyar were girtin, jiber hewildanên wê yên bo guhertina sînorên Ukrayna yên ku di asta navneteweyî de hatine nas kirin, niha rûbirûyê binpêkirina xalên Peymana NY ne.

Serokê berê yê Rûsya Dmitry Medvedev ku niha Cîgirê Serokê Civata Ewlekarî ye jî roja Pêncşemê got ku her çekek di cebilxaneya Moskowê de, di nav de çekên navokî yên stratejîk, dibe ku bo parastina heremên tevlî Rûsya bin, werin bikar anîn.