Wezîrê Derve yê Ukrayna Kuleba Karvekişîna Xwe Ragihand

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba îro Çarşemê wek beşeke guherîna hikûmetê ya çaverê karvekişîna xwe ragihand.

Serokê Parlamana Ukrayna Ruslan Stefanchuk nameya karvekişînê ya Kuleba ji Facebookê weşand.

Jêderên Ukraynî dibêjin ku çaverê ye cîgirê serokwezîr û wezîrê dadê jî di nav de gelek karbidest îro Çarşemê karvekişînên xwe ragihînin û sibê Pêncşemê jî erkdarkirinên nû werin ragihandin.

Kuleba, ku sala 2020’an bû wezîrê derve, piştî Rûsya serê sala 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir, jibo Kîevê bi cîhanê re danûstandin kir.

Kuleba herî dawî hefteya borî bi wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) re kom bû û jibo Kîevê pirtir alîkarîya leşkerî xwest.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy doh Sêşemê bi şev dîyar kir ku divê hikûmeta welêt hin alîyan xurt bike û ragihand ku jibo erkdarkirinan amadekarî têne kirin.

Zelenskyy got ku pêdivîya wan bi aghadarkirineke nû ya çandî û dîplomatîk heye û dîyar kir ku divê ew bi civaka Ukraynî ya li cîhanê re danûstandinên nû çêkin.

Wî dîyar kir ku ewê hêzêke nû bidin sazîyên dewleta Ukrayna û spasîya alîkaran kir.

Jêder: VOA