Wezîrê Derve yê Kuba Bruno Rodriguez Parrila ragihand ku êrîşvanekî do Yekşemê bi şev bi du molotofan êrîşî balyozxaneya wan ya li Washingtonê kiriye.
Rodriguez dîyar kir ku di êrîşê de ti kes birîndar nebûye.
Serokê Kuba Miguel Diaz Canel hefteya borî li New Yorkê beşdarî li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribû ku êrîş çend saetan piştî vegera wî li dar ket.
Balyozxaneya Kuba ya li Washingtonê jibo jinûve geşkirina peywendîyên dîplomatîk yên sala 1961’ê qut bûbûn, sala 2015’an hatibû vekirin.
Rodriguez bi bîr xist ku sala 2020’an jî bi çekan êrîş biribûn ser balyoxaneyê.
Wî got ku komên dijî Kuba gava dibînin ku kiryarên wan bê ceza dibînin berê xwe didin terorîzmê û dîyar kir ku wan ser vê mijarê jimareke caran karbidestên Amerîkî hişyar kirine.
Karbidestên Amerîkî û Kubayê serê vê mehê li Washingtonê kom bûn û di danûstandinan de pêşveçûn çêbûn.
Amerîka dijî Kuba toleyên aborî yên ji salên Şerê Sar didomîne û ew di lîsta wan dewletan de ye ku piştgirî didin terorê.
Jêder: Reuters