Dêra Şivanê Qenc ya Încîlî bi boneya Cejna Easter anku Cejna Rabûna Mesîh pîrozbahîyek li dar xist.
Bi dehan Efrînîyên Krîstîyan yên li penageha Şehba dimînin, tevlî pîrozbahîyê bûn ku li kenîseya Dêra Şivanê Qenc pêk hat.
Di pîrozbahîya cejnê de nimêj û nîyazên olî hatin xwendin herwiha stran û tertîlên cejnê ji alîyê koroya dêrê ve hatin pêşkêş kirin.
Efrînîyên Krîstîyan hêvî û mirazên xwe parve kirin ku cejna qîyameta Mesîh bibe delîveya aştî û aramîyê û cejna bê li Efrînê dîsa pîroz bikin.
Hêjayî gotinê ye ku berî destdanîna Tirkîya ya ser Efrînê, Krîstîyanên Kurd weke bawermendên olên din bi azadî dijîn.
Lê niha piranîya Krîstîyanan ji herêmê hatine derbider kirin û yên mane di bin fişarê de ne û newêrin bawerîya xwe eşkere bikin.
Herwiha,avahîya Dêra Şivanê Qenc ya Încîlî ku li bajarê Efrînê bû, li ser destê komên çekdar yên girêdayî Tirkîyê hate talan kirin.
Bewermendên Krîstîyan yên derbider dêreke xwe li Şehba vekirine ku nêzî 500 malbatên Efrînî yên Mesîhî li deverê dimînin.
Your browser doesn’t support HTML5