Dadgehekê li herêma Kurdistana Îraqê pênc rojnamevan û çalakvanên sivîl jibo rola wan di xwenîşandanên par de dijî hukûmetê bi şeş salên zîndanê siza dan.
Gelek siyasetvan û yasanas dibêjin, ew dadgehririnek siyasî bû û li gora yasayek kevna Iraqê ya sizayan pêkhatîye.
Vê jî bixwîne: Nerazîbûn li Hember Sizadana 5 Çalakvan Û Rojnamevanan li Hewlêr Vê jî bixwîne: Çalakvanên Badînan li Hewlêr Tên Dadgeh KirinDr. Azad Doskî gote Dengê Amerîka(VOA) ku ew benda qanunê ya ew pê hatîn ciza kirin ne dûrî yasaya tîrorê ye. Eger ew hatine girtin çinkû wan xwepêşandan ji bo daxwazkirina muçeyê xwe kiriye yan rojnemavan in ji ber bîrûbaweran hatine girtin divyabû bi yasayên kû hene û taybetin bi xwepêşandanan û yasaya rojnamegeriyê hatiban dadgehkirin.
Birêz Doskî got jî, dadgeha pêdaçûnê li pêş taqîkirinê ye û divêt biryareka rast û dirust bide û serxwebûna xwe bi parêze.
Your browser doesn’t support HTML5