Hilbijartinên Herêma Kurdistana Îraqê li roja 30î Îlona sala 2018an pêkahatin, lê hêşta asoyên avakirina hikûmetê nediyarin.
Dema alozî di navbera Partî Demokaratî Kurdistan PDKÊ û Yekêtî Niştîmanî Kurdistan YNKê de dom dikin, parlamena herêmê meha bûrî rûnişt , serok û cîgirê serokê parlamenê hatin destnîşankirin bê ku, fraksyona YNKê beşdar bibe, herwiha fraksyona Yekgirtu ya Îslamî gilî û gazin li ser hilbijartina komîtên parlamenê hebûn.
Pirsa kanê xûla nû ya Parlamena herêma Kurdistana Îraqê dikare çi bike û dikar çi tiştek cûda ji xûlên derbazbûyî encam bide, mijar bernama Hello Washington bû.
Du endamên parlamena herêma Kurdistanê mêhvanên bernamê bûn, birêz Bijar Koçer, ji Fraksyona Partî demokratî Kurdistan PDK û endamê Komîta Yasayî û birêz Sîpan Amêdî, endamê Parlamanea Herêma Kurdistan ji Fraksyona Newey Niwê.
Your browser doesn’t support HTML5