Encamên Fermî yên Hilbijartinên Herêma Kurdistanê Hatin Ragihandin

Komîsyona Hilbijartinan ya Serbixwe ya Îraqê îro Duşemê ragihand ku di hilbijartina parlamana Herêma Kurdistanê de 2,087, 972 kes dengên xwe dan.

Komêsyonê da zanîn ku Partîya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) bi destxistina 39 kursîyan hilbijartinên Herêma Kurdistanê di rêza pêş de qedand û Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî bi 23 kursîyan di rêza duyan de û Nifşê Nû jî bi 15 kursîyan du rêza sisêyan de cî girt.

Hilbijartina Parlamana Herêma Kurdistanê do hatibûn kirin ku bi giştî 100 kursîyên parlamenê werin hilbijartin.

Komîsyona Hilbijartinan ya Serbixwe ya Îraqê biryar dabû ku 5 ji 100 kursîyan jibo kêmanîyan veqetîne ku 3 jibo Mesîhîyan, 2 ji jibo Tirkmen in û jin divê herî kêm %30 ji endamên hilbijartî pêk bînin.

Tevî ku divê hilbijartinên parlamana Herêma Kurdistanê her 4 sal werin çêkirin, jiber sedemên siyasî çend car hatibûn paşxsitin.