Schwarzenegger: Kremlîn Ser Dagirkirina Ukrayna Derewan Dike

Walîyê berê yê California Arnold Schwarzenegger ji Twitterê bang li gelê Rûsya kir ku dijî şer bisekinin.

Stêrkê Hollywoodê Schwarzenegger di vîdeoya 9 deqîqeyî de dîyar dike ku Kremlîn ser dagirkirina Ukrayna derewan dike û agahîyan şaş belav dike.

Schwarzenegger hezkirina xwe ya bo Rûsya jî dibêje û serdaneke xwe ya kevn bi bîr dixe.

Ew dîyar dike ku Rûsya ser encamên şer gel agahdar nake û dibêje ku li ser însanên bêguneh bombe dibarin.

Schwarzenegger di axaftina xwe de êrîşên yekîneyên Rûs yên li Ukrayna rêz dike û dibêje ku dagirkerîya Serokê Rûsya Vladimir Putin rê li ber kêşeyên mirovî vedike.

Wî li ser vîdeoya xwe ‘’Ez ji gelê Rûs hez dikim. Loma divê ez ji we re rastiyê bibêjim. Ji kerema xwe temaşe bikin û parve bikin.’’ nivîsîye.

Vîdeoya Schwarzenegger heta niha pirtir ji 13 mîlyon caran hatiye temaşe kirin û bi qasî 225,000 caran hatiye retwît kirin.