Kremlîn: Hêzên Rûsya bi Çekên Navokî Berevanîya Çar Herêmên Nû Dikin

Kremlînê îro Sêşemê da zanîn ku çar herêmên Ukrayna yên nû bûne axên Rûsya bi çekên navokî têne parastin.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov li ser pirsa rojnamevanekî, ku got ‘’Gelo ew herêmên nû di bin kontrola çekên navokî yên Moskowê de ne?’’, bersîv da.

Peskov dîyar kir ku hêzên Rûsya wan herêmên nû ketine bin kontrola federasyonê mîna herêmên din diparêzin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin meha borî gotibû ku ger hewce be ew dikarin bo berevanîya yekîtîya axa welêt çekên navokî bixebitînin.

Li ser wê gotina Putin, Serokê Amerîka Joe Biden di rojên borî de da zanîn ku li cîhanê metirsîya karanîna çekên navokî çebûye û dîyar kir ku ew berê ti car ewqaas nêzîkî vê gefê nebûbûn.

Putin meha borî dabû zanîn ku ew axên nû ketine bin kontrola hêzên Rûsya dê heta hetayê axên wan bin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku ew çar herêmên Ukrayna hîn tam neketine bin kontrola Rûsya û dîyar dike sînorên wan jî bêli nebûne.