Kremlîn: Putin û Serokomarên Îran û Tirkîyê Wê li Tehranê Bicivin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dê hefteya pêş, roja Sêşemê serdana Tehran ya paytexta Îranê bike.

Kremlînê dîyar kir ku Putin dê li Tehranê bi Serokomarê Tirkîyî Îbrahîm Reîsî û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Putin ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve heta niha carekê ji welêt derketiye ku di meha Hezîranê de serdana Asya Navîn kiribû.

Tirkîye ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve di navbera Moskow û Kîevê de navbeynkarîyê dike.

Civîna dawî ya di navbera nûnerên Rûsya û Ukrayna de di meha Adarê de li Stenbolê çêbûbû.