Kremlîn: Fînlandîya Dijî Rûsya Gavên Gefxwar Diavêje

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya pêngava Fînlandîya ya bo endamtîya NATO wek gef dibîne.

Reutersê ew agahî ji zarê Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand.

Peskov di konferansekê de ji rojnamevanan re dîyar kir ku pêngava Fînlandîya ya bo endamtîya NATO dijî Rûsya gef e û da zanîn ku ewê kêrî îstqrara Ewrupa yan cîhanê neyê.

Karbidestên Fînlandîya îro Pêncşemê gotin ku ew bo serî li NATO bidin hazir in û Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî pesna hazirbûna wî welatî da.

Berdevikê Kremlînê Peskov dîyar kir ku Fînlandiya dijî Rûsya gavên dijminane diavêje û li ser pirsa ka ewê bertekên Moskowê dijî biryara wî welatî çi be got ewê li gor berfirehbûna NATO û tevgerên li sînorên xwe bersîvê bidin.

Sînorê Fînlandîya û Rûsya 1340 kîlometre dirêj e. Fînlandîya ji Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve li hember Rûsya bêalî bû, lê piştî Rûsya di 24’ê Sibatê dest bi Ukrayna kir danûstandinên wî yên ser endamtîya bo NATO zêdetir bûn.

Karbidestên Swêdê dibêjin ewê li gor danûstandinên Fînlandîya yên bo NATO biryara ser beşdarîya li tifaqê bidin.