Kremlîn: Putin Ser Karanîna Muşekên Dûravêj li Ukrayna Peyameke Zelal Da Rojava

Berdevkê Kremlînê Dmitrîy Peskov îro Înê got ku Serok Vladimir Putin peyameke zelal pêşkêşî welatên Rojavayî kir ku destûr nedin Ukrayna ku bi muşekên dûravêj li nava axa Rûsyayê bixe

“Serok Putin got ku ger Rojavayî destûr bidin Ukrayna ku bi muşekên dûravêj li axa Rûsyayê bixe, ewê rûbirûyê encamên wê biryarê bin. Daxuyanîya Serok Putin pir girîng e. Ew paqij û zelal e û rê li ber şîroveyan digire. Şika me tuneye ku ev peyam gihîştîye cîhê xwe.”

Putin roja Pêncşemê gotibû ku ger welatên Rojavayî destûr bidin Ukrayna ku bi muşekên wan yên dûravêj êrîşî axa Rûsyayê bike, ewê rasterast bi Rûsyayê re bikevin şer û tevgereke wiha wê vî şerî veguherîne asteke nû.

Li ber e Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer îro Înê li Washingtonê gotûbêj bikin ka ewê pêşî li êrîşên Uraynî vekin yan ne.

Serok Volodymyr Zelenskîy bi mehan daxwaz ji hevbendên dike ku rê bidin Ukrayna ku bi muşekên Rojavayî yên mîna ATACMS û Storm Shadows di kûrahîya axa Rûsyayê de bixebitînin ku kanîna Moskowê ya pêkanîna êrîşan sînordar bike.

Peskov herwiha got ku ger ev biryar were dayîn, wateya wê tevlêbûna rasterast ya Amerîka û dewletên din yên NATO ya di şerê li Ukrayna ye.

Wî hişyarî da ku beramber biryareke wiha, Rûsya wê neçar bibe ku pêngavên pêdivî bavêje.

Jêder: Reuters