Kremlîn Dibêje bi Ukrayna re Ti Bingeheke Aştîyê Tune Ye

Serokê Rûsya Vladimr Putin, Wezîrê Derve Sergey Lavrov û Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov

Kremlînê roja Çarşemê ragihand ku jibo aştîya Rûsya û Ukrayna ti bingeheke aştîyê tune û dîyar kir ku plana aştîyê ya Kîev pêşnîyar dike, jiber ku cih nade Rûsya bêwate ye.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re dîyar kir ku niha ti peyvajoya danûstandinên jibo aştîyê tuneye.

Peskov dîyar kir ku sala 2022'an piştî Rûsya leşkerên xwe şandine Ukrayna derfetên aştîyê çêbûne, lê îdia kir ku Brîtanya zext li Kîevê kiriye ku nekeve ser rêya aştîyê.

Peskov got, "Piştî wê qonaxê jibo danûstandinan ti rê çênebûn. Ukrayna danûstandinên bi Rûsya re bi awayekî qanûnî qedexe kir û derfet hîn jî kêmtir bûne."

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy Cotmeha 2022'an piştî Rûsya 4 herêmên Ukrayna dagir kirin, biryarnameyek îmza kir ku rê li ber danûstandinên bi Rûsya re digire.

Peskov dîyar kir ku formula Zelenskyy ya ser aştîyê bi kêşe ye û got ku Ukrayna hewil dide bê ku Rûsya hebe aştîyê çêke.

Plana aştîyê ya Zelenskyy li ser 10 xalan e ku têde yekîneyên Rûsya paşve vedikişin, dijminahî disekinin û sînorên Rûsya û Ukrayna jinûve tên çêkirin.

Jêder: Reuters