Kremlînê îro Duşemê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Îranî Mesud Pizişkîyan bi rêka telefonê ser rewşa Sûrîyê axifîne.
Li gor ragihandina Kremlînê, her du sreokan ser girjîya li Sûrîyê danûstandin kirine.
‘’Her du serokan dîyar kir ku ew jibo meqamên rêwa yên Sûrîyê jinûve sîstema qanûnî deynin û îstiqrara sîyasî, aborî û civakî ya dewletê çêkin piştgirya bê şert û merc didin.’’
Malpera hikûmeta Îranê ragihand ku Pezeşkîyan gotiye ew jibo çareserîya krîza li Sûrîyê hazir e bi Rûsya re hemî hevkarîyan bike.
Ew malper dîyar dike ku Pezeşkîyan gotiye ku bûyerên dawî yên li Sûrîyê planên Amerîka û Îsraîlê ne, lê ewê planên wan bi hevkarîya dewletên li herêmê pûç bikin.
Jêder: Reuters