Kremlîn: Rûsya Ti Êrîş Nebir Ser Dêra Dîrokî ya Odesa

Kremlînê îro Duşemê ragihand ku Rûsya êrîş nebiriye ser katedrela dîrokî ya Odesa ya Ukrayna.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re dîyar kir wan berê jî çend caran gotiye ew êrîşan nabin ser cîhên sîvîlan.

‘’Me berê çend caran got û em dikarin dubare jî bikin ku artêşa me dest ji dêr, katedral û cîhên wek wan berdin, bi ti awayî êrîşan nabin ser navendên binesazîyên sîvîl jî."

Peskov îdia kir ku katedreala Odesa bi sîstema berevanîya esmên ya Ukrayna hatiye xistin.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kiribû Rûsya bi muşekan êrîş biriye ser bendergeha Odesa û di êrîşê de 1 kes hatiye kuştin.

Zelenskyy gotibû ku di êrîşê de 20 kesên din jî birîndar bûne û katedraleke dîrokî ya di lîsta UNESCO de jî zarareke mezin dîtiye.

Artêşa Ukrayna jî gotibû ku hêzên Rûsî êrîş birine ser binesazîya bendergeheke li herêma Odesê û bi êrîşan depoyeke dexlûdan hilweşîye.

Jêder: Reuters