Kremlin bo Sekinandina Şer Sê Şert Datîne Pêş Ukrayna

Dîmenek ji Kîevê paytexta Ukraynayê. Adar 7, 2022.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov îro Duşemê ragihand ku Rûsya ji Ukraynayê re gotiye ku ew amade ye operasyonên xwe yên leşkerî “di kêlîkekê” de rawestîne eger Kîev lîsteya mercên Moskowê qebûl bike.

Peskov got ku Moskow daxwazê dike ku Ukraynayê kiryarê xwe yê leşkerî rawestîne, bêalîbûna xwe di destûrê de binivîse, pênasînê bi Nîvgirava Qirimê wekî herêmeke Rûsî bike, û pênasînê bi her du herêmên cudaxwazan yên Donetsk û Lugansk wekî du komarên serbixwe bike.

Heta niha ev yek wekî daxuyanîya herî zelal ji alîyê Moskowê ve derbarê daxwazên wê li Ukraynayê tê dîtin, ji dema ku wê berî 12 rojan dest bi dagirkirina Ukraynayê kiriye.

Dmitry Peskov, berdevkê Kremlinê.

Di hevpeyvînekê de ligel ajansa Reuters de, Peskov got ku Ukrayna agahdara van mercan e, “û ji wan re hatiye gotin ku hemû tişt dikare di kêlîkekê de were rawestandin.”

Heta niha Ukrayna ti bersiv derbarê daxuyanîya Peskov nedaye.

Êrîşa Rûsyayê, ku 24'ê Sibatê destpê kir, bûye sedema krîza penaberan ya herî mezin li Ewrupayê ji dema Şerê Cîhanê yê Duyê. Pê re jî welatên Rojavayî toleyên aborî yên tund danîne ser Moskowê.

Lê berdevkê Kremlinê rijdîyê dike ku Rûsya hewl nade ku deverên din li Ukraynayê kontrol bike an jî destê xwe deyîne ser Kîevê.

“Em bi rastî prosesa bêçekkirina Ukraynayê bi dawî dikin. Emê wê bi dawî bikin. Lê tiştê serekî ew e ku Ukrayna kiryarên xwe yên leşkerî rawestîne. Divê em hemû kiryarên xwe yên leşkerî rawestînin û paşê kes nema teqelêdanê dike.”

Li ser pirsa bêalîbûnê, Peskov got ku divê Ukrayna guhertinan di destûra xwe de bike û nekeve ti hevpeymanîyan.

Ev daxwaz di demekê de hatin ku şandeyên Ukrayna û Rûsyayê xwe jibo gera sêyan ya gotûbêjan amade dikin.