Kremlîn Dibêje Ger Swêd Bibe Endama NATO Ewê Hin Tedbîran Ragihîne

Moskowê dîyar kir ku ger Swêd bibe endama NATO ewê bandoreke neyênî li ewlekarîya Rûsya bike.

Berdevikê Kremlînê Dimitry Peskov got ku piştî Swêd bibe endama NATO ew tedbîrên wek yên dijî Fînlandîya ragihînin.

Tirkîye, ku peywendîyên wê bi Rûsya re jî hene, heta niha dijî endamtîya Swêdê disekinî, lê piştre nerm bû.

Ser vê guherînê, Peskov got ku hin mecbûrîyetên Tirkîyê hene di NATO û dîyar kir ku ew tiştekî şaş nabînin di guherîna rewşê de.

Wî got ku her çiqas Rûsya û Tirkîyê di hin mijaran de wek hevdu nafikirin jî berjewendîyên wan yên hevbeş jî hene.

Peskov dîyar kir ku Moskow dixwaze peywendîyên xwe yên bi Enqerê re pêşde bibe.

Jêder: Reuters