Îran: Jiber Vîrusa Korona 140 Karmendên Saxlemîyê Jîyanên Xwe ji Dest Dan

Berdevika Wezareta Saxlemî ya Îranê Sîma Sadat Larî dîyar kir ku ji destpêka vîrusa korona vir ve 140 karmendên saxlemî jîyanên xwe ji dest dane.

Li Îranê di demên dawî de pêketinên nû yên vîrusa korona jinûve zêde bûn.

Hikûmeta Îranê di meha Nîsanê de dest bi sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona kiribû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îranê pirtir ji 264,000 kes bi vîrusa korona ketine û 13,410 kes bi wê mirine.

Karbidestên Îranê dibêjin ku jiber zêdebûna testan hejmara pêketîyên tespîtkirî zêde bûye.