Vîrusa Korona li Îtalya Pirtir ji 9000 Kesan Kuştin

Vîrusa korona li Îtalya di 24 saetên dawî de 919 kes kuştin.

Bi wê hejmara ku mirinên herî zêde yên di rojekê de nîşan deide, li Îtalya hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bû 9134.

60 ji sedê mirinên li Îtalya ji herêma Lombardia ya li bakurê wî welatî ne.

Li Îtalya, hejmara pêketîyên vîrusa korona 86,000 derbaz kiriye.

Tevî ku li Îtalya hejmara pêketîyên nû yên bi vîrusa korona roj bi roj kêm dibe jî mirin ranawestin.

Wê vîrusê li seranserê cîhanê heta niha 26455 kes kuştine.