Vîrusa Korona li Seranserê Cîhanê Pirtir ji 3400 Kes Kuştin

Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 derbazî pirtir ji 80 welatên din bû.

Covid-19 cara pêşî, di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê hatibû dîtin.

Li gor daneyên karbidestên saxlemîyê, Covid-19 li seranserê cîhanê 3404 kes kuştine û di canê 100,276 kes de hatiye dîtin.

Jiber belavbûna Covid-19, li gelek welatan hewcedarîya bi kelûepelan tibî û maskan zêde bûye û ew peyda nabin.

Li Koblenz ya Almanya bi beşdarîya 1400 doktor û karmendên saxlemîyê Konferansa Vîrusa Korona Çêbû.

Serokê Konferansa Vîrusa Korona Jorg Brokmann dîyar kir ku ew ji rewişeke tibî zêdetir bi ya sîyasî re rû bi rû mane.

Covid-19 heta niha herî zêde bandor li Çîn, Îran û Îtalya kiriye.