Li Amerîka Hejmara Mirinên ji Korona ji 50 Hezarî Borîye

Zanîngeha Johns Hopkins ya Amerîkî, ku hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona dişopîne û tomar dike, îro Înê ragihand ku hejmara mirinên ji korona li Amerîka ji 50 hezarî borîye.

John Hopkins da zanîn ku li seranser Amerîka pirtir ji 870,000 bûyerên pêketina bi korona hatine tomar kirin.

Zanîngehê bal dikşîne ku li tevahîya cîhanê ji 2.7 mîlyonan zêdetir bûyerên tûşbûnê hatine tomar kirin û Amerîka di vî warî de welatê rêza yekê ye.

Di nav eyaletên Amerîkî de, li New Jersey pirtir ji 5,300 kes û li Pennsylvania jî pirtir ji 1,400 kes ji korona jîyanên xwe hinda kirine.