Korkmaz: CHP Taktîkan Dileyîze

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ragihand ku partîya wî dijatîya danûstandinan bi Partîya Karkerên Kurdistanê re nake.

Di hevpeyvîneke televizyonî de, Kemal Kiliçdaroglu got partîya wî piştgîrîya danûstandinan dike eger armanc çareserkirina pirsgirêka Kurdî be.

Parêzer û sîyasetvan Sabahattin Korkmaz dibêje ku daxuyanîya CHP’ê ne tiştekî nû û ne tiştekî posetîv e.

Birêz Korkmaz herwiha dibêje ku CHP bitenê taktîkan dileyîze û dixwaze helwêsta AKP’ê di meseleya muzakereyan de bêhêz nîşan bide.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Salahattin Korkmaz re