Amerîka Derbarê Avêtina Mûşekan Koreya Bakur Hişyar Dike

Şanderê taybet yê Amerîka Sung Kim bo Koreya Bakur û Noh Kyu-duk, şanderê Koreya Başûr bo nivgirava Koreya, li Seoul.

Roja Yekşemê Amerîka, Koreya Bakur hişyar kir da ku tecrûbeyên mûşekên xwe yên ku "dê encamên nebaş" jê derkevin, rawestîne, bi hêviya ku Pyongyang bangên Amerîka yên jibo diyalogê bersiv bide.

Ev banga Amerîka di wî çaxî de hat ku Koreya Bakur tagihand bû ku wan roja Sêşemê tecrûbek din ya mûşekên balistî "Ji cûrek nû" ji gemiay cengê ya jêrav ceriband bû, ku ji sedema wê daxwaza civîneke awarte ya Civata Ewlekariya Navnetewî hatbû kirin.

Şanderê Amerîka yê taybet bo Koreya Bakur Sung Kim li gel hevtayên xwe yên Korya Başûr û Japonê hevdîtin pêkanîn.

Şanderê taybet yê Amerîkî avêtina mûşekî ya Sêşemê wekî "provokasyon" binav kir, û ji Pyongyang xwest ku ceribandinên mûşekên ku "ciyê nerihetîyê ne û dê encamên xerab" jê derkevin bidawî bîne.

Sung Kim di serdana xwe ya Korya Başûr de, li Seol gote rojnamevnana "Em hêvîdarîn ku Koreya Bakur û ya Millî, bi şêweke erênî bersiva hewildanên me bide."

Avêtina roja Sêşemê ya mûşekan ji aliyê Koreya Bakur de, tecrûbek bû ji zincîreke avêtina nû ya mûşekan.

Peyvdarê Wezareta Derve yê Koreya Bakurî berî niha raginad bû ku ev avêtina mûşekan ne li hemberî Amerîka ye, belkî ew "tenê jibo berevaniya welat" pêk tên, weke peyvdarê wezareta Koreya bakur dibêje.

Peyvdar herwiha di daxuyaniyekê de ku ji aliyê ajansa fermî ya nûçeyan ya Koreya Bakurd de hatiye weşandin ku "Pêwîstî nake Amerîka jiber avêtina mûşekan hest bi nerihetiyê bike".

Ji hejî gotinê ye ku serokê Amerîka yê berê Donald Trump, sê caran ligel rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un kom bûye, lê ew ne gihabûn tu encaman derbarê bernama navokî ya Koreya Bakur û danûstandinên her du aliyan bidawî hatin, piştî ku hilvcivîna her du serokan li Hanoi paytexta Vîetenamê sernegirtî.

Serok Joe Biden jî soz daye ku ew hemî hewildanên dîplomsî berdewam bike, lê ew bi rêyeke weha tevbigere ku ji rexneyan parastî be.