Koreya Başûr Dibêje Delîl Nîşan Didin ku Koreya Bakur û Rûsya Hevkarîya Leşkerî Dikin

Wezîrê Berevaniya Koreya Bakur Kang Sun Nam (Ç) û hevpîşeyê wî yê Rûs Sergei Shoigu (R).

Wezîrê Berevanî yê Koreya Başûr Shin Won-sik îro Şemîyê got ku di destên wan de hin delîl hene ku nîşan didin ku Rûsya bi rêkên ne qanûnî ji Koreya Bakur çekan distîne û li Ukrayna bi kar tîne.

Shin dîyar kir ku ‘’hevkarîya leşkerî ya Rûsya û Koreya Bakur’’ girjîya li Nîvgirava Koreyê gur dike û bandorê li qada şer ya Ewrupa dike.

Wî got ku ger Koreya Bakur li hember dayîna çekan ji Rûsya teknolojîya leşkerî bistîne û ewê kapasîteya konvansîyonel ya Koreya Bakur pêşve here û ewê jibo herêmê rîskan çêke.

Amerîka meha Sibatê ragihandibû ku Koreya Bakur ji Îlonê vir ve ji Rûsya pirtir 10,000 konteynerên alavên leşkerî sitandine.

Moskow û Pyongyang tawanbarkirinên ser danûstandina çekên jibo şerê li Ukrayna red dikin.

Shin bang li Çînê kir ku ser pûçkirina çekên navokî yên li Nîvgirava Koreyê pirtir çalak tevbigere.

Li ser pirsên rojnamevanan, ku gotin Koreya Başûr dixwaze çekên wê yên navokî hebin yan ne, Shin dîyar kir ku Koreya Başûr bawerîyê bi rawestandina belavbûna çekên navokî (NPT) dike û got ku li hember pêşveçûna çekên navokî yên Koreya Bakur bersiv wê xurtkirina tifaqa Koreya Başûr û Amerîka be.

Shin li Sîngaporê Dîyaloga Shangri-La, ku li Asya foruma herî mezin ya berevanîyê ye, axifî.

Sibê 2’yê Hezîranê wê dawî li foruma ser berevanîyê ya Dîyaloga Shangri-La were.

Jêder: Reuters