Seul Hemwelatîyên Xwe Ser Balonên Koreya Bakur Hişyar Dike

Balonên ku Koreya Bakur dişîne başûr tê texmîn kirin ku pîsîtî û vîrusan hilgirtbin

Seulê îro Şemîyê bang li hemwelatîyan kir ku ji balonên ji Koreya Bakur hatine şandin dûr bisekinin û artêş û polîsan ser wan balonan agahdar bikin.

Artêşa Koreya Başûr dîyar kir ku Koreya Bakur îro Şemîyê zêdetir balon bi ‘’pîsî’’ şandine ser sînorê wê.

Koreya Bakur serê vê hefteyê derbarê şandina bi sedan balonên bi çop û pîsî gotibû ku nîşana ‘’xelatên samîmîyetê’’ ne û dîyar kiribû ku ewê pirtir balonan bişîne.

Wezîrê Berevanî yê Koreya Başûr Shin Won-sik îro Şemîyê şandina balonan bi tundî rexne kir û got ku ‘’kiryareke rezîl’’ e.

Seulê bi peyameke jibo hemwelatîyan ji gel xwest ku ji wan balonên ku li nêzîkî bajêr li esmên hatine dîtin dûr bisekinin.

Seul Hemwelatîyan Ser Balonên Koreya Bakur Hişyar Dike

Wezareta Berevanî ya Koreya Başûr dîyar kir ku wan ji herêmên din jî xwestiye ku agahdarkirinên bi heman rengî biweşînin.

Koreya Bakur dîyar dike ew balon bersîva wan balonan in ku ji alîyê penaberên û aktîvîstên ji Koreya Bakur yên li Koreya Başûr hatine şandin ku têde broşurên dijî Pyongyangê, derman, pere û USB’yên tije muzîkên K-pop û rêzefîlm hebûne.

Jêder: Reuters