Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bo hevdîtina bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bi trêna taybet derbazî Vladivostok ya li rojhilata Rûsya bû.
Kremlînê ragihand ku her du rêber dê ser çekên navokî yên li Nîvgirava Kore biaxifin.
Pisporên sîyasetê didin zanîn ku Kim piştî têkçûna hevdîtinên bi Serokê Amerîka Donald Trump, hewil dide ku piştgirîyekî nû bibîne.
Trump û Kim di serê salê de li Hanoî ya paytexta Vîetnamê civîyabûn, lê wan li ser pûçkirina çekên navokî li hev nekiribû.