Koreya Bakur Muşekeke Nû Ceriband

Koreya Başûr ragihand ku Koreye Bakur muşekeke nû ceribandiye.

Li gor daxuyanîya karbidestên Koreya Başûr, muşeka balîstîk piştî 910 kîlometre bilind bûye, li dûrahîyeke bi qasî 450 kîlometre ketiye.

Hîn nayê zanîn ku muşek ji kû hatiye firandin.

Muşek li nêzî bajarê Vonsanê ketiye behrê.

Koreya Başûr dîyar kir ku gumanên xurt nîşan didin ku muşek ji bin derya hatiye firandin.

Karbidestên Pyongyang û yên Washington do Sêşemê dîyar kiribûn ku ewê jinûve dest bi danûstandinan bikin.

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un herî dawî di meha Sibatê de li Vîetnamê kom bûbûn, lê her du alîyan li hev nekiribû.