Koreya Bakur Sê Hemwelatîyên Amerîkî Berdan

Rêvebirîya Pyongyangê piştî serdana Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, sê hemwelatîyên Amerîkî yên li Koreya Bakur girtîbûn serbest berdan.

Serok Trump ji Twitterê ragihand ku sê hemwelatîyên Amerîkî tevî Pompeo ji Koreya Bakur derketine.

‘’Ez kêfxweş im ku dibêjim Wezîrê Derve Mike Pompeo tevî sê camêrên ku herkes dixwaze wan nas bike, di rêya vegerê de ye. Saxlemîya wan baş xuya dike’’ Trump got.

Her sê hemwelatîyên Amerîkî di navbera 2015 û 2017’an de hatibûn girtin.

Trump herwiha da zanîn ku dîrok û cîhê hevdîtina bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re dîyar bûye, lê ti hûrgilî neda.