Amerîka dijî du karbidestên Koreya Bakur, ku tê îdia kirin di çêkirina muşekên navokî de roleke girîng dilîzîn, ambargo ragihand.
Wezareta Darayî ya Amerîka dîyar kir ku Kimg Jong-sik û Ri Pyong-chol, rêberên pêş yên bernameya navokî ya Koreya Bakur in.
Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) roja Înê, jiber ceribandinên balîstîk dijî Koreya Bakur toleyên nû ragihandibû.
Koreya Bakur jî dabû zanîn ku tole dibe ku bibin sedema cengê û dîyar kiribû ku ji alîyê aborî ve hatiye dorpêç kirin.
Bi ambargoya Amerîka, kiryarên darayî yên her du karbidestên Koreya Bakur dê were asteng kirin û hemî hebûna wan ya li Amerîka jî were cemidandin.
Her du karbidest jî di ceribandinên Koreya Bakur de li ber Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un sekinîbûn.
Koreya Bakur îdia kiribû di bernameya navokî de pêşde çûye û êdî muşekên wê digihêjin Amerîka.