Koreya Bakur Leşkerê Amerîkî Travis King Dersînor Kir

Karbidestên Amerîkî ragihandin ku leşkerê Amerîkî Travis King yê ji Koreya Bakur hatiye dersînor kirin di bin kontrola Amerîka de ye.

Ajansa nûçeyan ya Koreya Bakur, KCNA dîyar kiribû ku biryar hatiye dayîn ku King yê meha Tîrmehê bi awayekî ne qanûnî ketiye welêt were dersînor kirin.

KCNA ji lêpirsîna ser King dîyar dike ku ew di artêşa Amerîka de bi nijadperestî û kiryarên xirab re rûbirû maye û wî xwestiye ku ew derbazî Koreya Bakur yan dewleteke din bibe.

Li gor ragihandina KCNA, King li xwe mikur hatiye ku ew bi awayekî ne qanûnî derbazî Koreya Baur bûye.

Di nûçeyê KCNA de hat ragihandin ku King dê were sînordarkirin, lê ser dem û cîhê dersînorkirinê agahî nehat dayîn.

Berpirsên Amerîkî dîyar dikin ku Travis King ji leşerîyê revîye û ew dikare cezayê girtîgehê, dayîna diravan yan cezayê dûrketina ji artêşê bistîne.

Travis King, 18’ê Tîrmehê ji Herêma Ewlekarî ya Hevbeş, ku di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de ye, ji nişkê ve sînor derbaz kiribû.

Koreya Bakur piştî bêdengîya çend hefteyan meha borî dîyar kiribû ku Travis King yê 23 salî hatiye desteser kirin û ser wî lêpirsînekê destpê kiriye.

Li Koreya Başûr ser êrîşên pêkan yên Koreya Bakur 28,000 leşkerên Amerîkî hene ku King ji wan yek bû.

Jêder: Reuters, AFP